Li Qersê rêya 30 gundan ji ber berf û bagerê hat girtin
Kars
Li Qersê rêya 30 gundan ji ber şertên neyînî yên hewayê hat girtin.
Li bajêr piştî barîna berfê, ba û bagerê tesîreke neyînî li veguhestinê kir.
Ji ber şertên neyînî yên hewayê li navendê rêya 5 gundan, li Arpaçayê ya 8, li Sariqamîşê ya 4, li Selîmê ya 4 û li Susuzê jî ya 9 gundan hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
