Jiyan

Li Qersê pêşbaziya hespan a di navbera gundan da hat kirin dîmenên rengîn derxist holê

Elif Irmak  | 24.02.2021 - Rojanekırın : 25.02.2021
Li Qersê pêşbaziya hespan a di navbera gundan da hat kirin dîmenên rengîn derxist holê

Kars

Li Selîma navçeya Qersê Pêşbaziya Hespan a Ededî ya Çargavî ya di navbera gundan da hat lidarxistin, werzişvan ji bo ku di pêşbaziyê da bikevin dereceyê kedeke mezin dan.

Ji gundên hawirdor 10 werzişvanên bi hesp beşdarî pêşbaziyên ku Kuluba Werzişa Bihesp a Gundê Benlîahmetê li gundê Benlîahmetê li dar xist bûn.

Werzişvanan li eraziyên biberf hespên xwe çargavî bezandin û têkoşîna werzişvanan a di parkura 7,5 kîlomêtroyî dîmenên rengîn derxist holê.

Di pêşbaziyê da Ayhan Reçberê siwarê hespê bi navê "Perperok" bû yekemîn.

Ayhen Reçber diyar kir ji ber ku di pêşbaziyê da bû yekemîn gelekî kêfxweş e û got ku "Pêşbazî favoriyên min in, min heta sibehê ji ber kelecanê nekarî razêm. Dema hesp tê ba min gelekî kêfxweş dibim. Ez spasiya kesên pêşbazî li dar xistin dikim. Dema min dest bi pêşbaziyê kir 4emîn bûm lê yek bi yek bêhna wan çika. Ez ketime pêş û dema ku em hatin berkaşê ketime pêş û bûme yekemîn."

Şaredariya Selîmê bi zêrê werzişvanên ku ketin dereceyê xelat kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.