Jiyan

Li Qersê nexweşê li zozan mehsûr ma ji hêla ekîbên UMKEyê hat xilaskirin

Cüneyt Çelik  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Li Qersê nexweşê li zozan mehsûr ma ji hêla ekîbên UMKEyê hat xilaskirin

Kars

 Li Selîma navçeya Qersê nexweşê li zozan mehsûr ma ji hêla ekîbên UMKEyê hat xilaskirin.

Cemal Abakayê 53 salî yê li zozanê gundê Hasbeyê nexweş ket, ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê derfet çênebû ku bigihînin gund.

Li ser vê yekê agahî ji 112 Navenda Servîsa Bilez ra hat dayîn û Ekîba Xilaskirinê ya Medîkal a Neteweyî (UMKE) û ekîbên tenduristiyê hatin veguhestin.

Ekîba UMKEyê çû zozan, xwe bi Abakay ra gihand û midaxeleya ewil li vir kir. Bi dû ra Abakay veguhestin gund û teslîmî ekîbên tenduristiyê yên 112 Servîsa Bilez kir.

Cemal Abakay ji vir bi destê ekîbên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kars Harakanî hat veguhestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın