Jiyan

Li Qersê, menderesên ku ji nav gundan ra derbas dibin, ji bo ajeldaran çavkaniya jiyanê ne

Cüneyt Çelik  | 08.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Li Qersê, menderesên ku ji nav gundan ra derbas dibin, ji bo ajeldaran çavkaniya jiyanê ne

Kars

 Li Selîma navçeya Qersê, menderesên fetlonekên avê yên ku ji nav gundan ra derbas dibin, ji bo ajeldaran çavkaniya jiyanê ne.

Li Qersa ku navendeke giring a çandinî û ajeldariyê e, ajeldar bi nêzîkbûna zivistanê ra êdî ajelên xwe di goman da xwedî dikin.

Menderesên ku ji gundê Bayburta ser bi navçeya Selîm ra derbas dibin, li herêmê di her demsalê da ji bo ajelan çavkaniyeke giring e.

Hin menderesên ku ajeldar, ajelên xwe jê av didin, bi fetlonekên xwe balê dikişînin.

Menderesên ku xelkê herêmê zeviyên xwe jî jê av didin, qazên xwe bera nav avê didin û di mehên havînê da ajelên xwe li derdora wê diçêrînin, bi berfê spî bûne.

Menderesên ku ji bo çandinî û xwedîkirina ajelan pir giring in, bi droneyê dîmenê wê yê bi berfê venixumandî hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın