Li Qersê koçer bi birên pezê xwe va derdikevin zozanan
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê koçer bi birên pezê xwe va bi rê ketin ku derkevin zozanan.
Koçer qismekî pezê xwe bi kamyonan derdixin zozanan, qismekî jî didin pêşiya xwe û derdixin zozanan. Ji bo sezona zozanan ku wê 5 mehan bidome, rêwîtiya koçeran dest pê kir.
Ji rêncberan Ahmet Sirnasîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew îsal jî kêfxweş in ku wê derkevin zozanan.
Sirnasîn daxuyand, çêreya zozanên bilind ên Qersê seba heywanan baş e û wiha dewam kir:
"Li zozanan şert û mercên hem dijwar hem hêsan hene, lê em êdî hînî heywandariyê bûne. Hewaya daristanê pir xweş e. Em ji Îdirê tên û tengasiyan dikişînin. Çi bi wesayîtan be, çi jî peyatî be, anîna heywanan zehmet e. Ji ber ku zivistanê hewa pir sar e, em heywanan dibin Îdirê. Vê gavê ji ber ku berf rabûye, em loma hatin Sarîqamişê."
Sirnasîn diyar kir ku di eydê da jî rêwîtiya wan a ber bi zozanan dewam dike û Eyda Remezanê ya her kesî pîroz kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.