Li Qersê karûbarên zivistanê yê ajeldaran dest pê kir
Kars
Li Qersê bi hatina zivistanê ra ajeldarên ku pez bi xwedî dikin, êdî li ser berfê mîhên xwe alif dikin.
Bi berfa ku bi rojan e bandorê li bajêr dike, gund bi spî hatin venixumandin.
Li gundên bilind, qalindahiya berfê ji 50 santîmetreyan derbas bûye, bi vê ra karûbarên dijwar yê xwediyên ajelan dest pê kir.
Li gundê Golbaşiya navçeya Susuzê ku li bilindahiya wê nêzîkî 2 hezar metroyan e, ajeldar ji ber berfa zêde ev hefteyeke li derva heywanên xwe alif dikin.
Ajeldarê ku pêz di goman da alif dikin, ji ber pirbûn û giranbûna birê êdî li ser berfê alif dikin.
Gulabî Karsliyê ajeldar ji nûçegihanê AAyê ra got ku xwedîkirina pez di zivistanê da karekî dijwar e.
Karsli destnîşan kir ku tevî dijwariyan ji karê xwe kêfxweş in û wiha pê da çû:
"Îsal ev nêzîkî hefteyekê ye berf dibare, ji ber vê yekê me pezên xwe anî xist hundirê goman û em li derva wan alif dikin. Em niha giya didin wan, lê piştî ku serî bikevê û bizên, em ê êdî ceh û kayê bidin wan. Em zivistanê li derva giya û av didin wan. Semerek (100) pezê min heye; xwedîkirina pez karekî xweş e, em ê heta Nîsanê bi vî rengî bidomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
