Li Qersê jinika miteşebis bi piştgiriya dewletê xeyala xwe pêk anî û çêwlik ava kir
Kars
Li Selîma navçeya Qersê jinika miteşebis bi piştgiriya dewletê tewle da çêkirin û çêwlika di xeyalê xwe da ava kir.
Dîlan Cansiza 28 salî ku dayika zarokekî ye û li Taxa Cumhuriyetê dijî, ji bo ku ji "Bernameya Piştgirîdayînê ya Veberhênanên Pêşketina Gundewar" a Wezareta Çandinî û Daristanê piştgiriya hîbeyê bistîne, serlêdan kir.
Cansizê projeya "Di qada heywandariyê da destê jinê-berhemdariya jinê" amade kir û bi vê projeyê serlêdana xwe kir û projeya wê hat qebûlkirin. Cansizê ji "Bernameya Piştgirîdayînê ya Veberhênanên Pêşketina Gundewar" a Wezareta Çandinî û Daristanê piştgirî stand û bi hîbeya ji sedî 50yî va tewle da çêkirin û piştgiriya ekîpmanan stand.
Cansizê bi piştgiriyê va tewle da çêkirin, ekîpmanên modern temîn kir û dest bi kar û barên heywandariyê kir û xeyala xwe pêk anî.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Enver Aydin jî dezgeha Cansizê ziyaret kir û jê ra serkeftin xwest.
Dîlan Cansiza ku dezgeha malbatî ava kir, ji nûçegihanê AAyê ra got ku wê dezgeha malbatî ava kir û xeyalê xwe pêk anî.
Cansizê destnîşan kir, armanca wê ew e ku dezgeha xwe mezin bike û piştgiriyê bide hilberînê û wiha dewam kir, "Ez pir kêfxweş im ku min dezgeha malbatî ava kir, di rojên pêş da armanca me ew e ku em hem tewleya xwe hem jî dezgeha xwe mezin bikin. Kesên ku dikarin ji hed bên der, ez vê projeyê pêşniyazî wan dikim. Em heywanên xwe xwedî dikin û li hev zêde dikin. Ez bi mêrê xwe û zarokên xwe va bûm patronê karê xwe, înşeallah em ê dezgeha xwe mezin bikin."
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Enver Aydin jî diyar kir ku wan di 2025an da piştgirî da 40 dezgehên malbatî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
