Jiyan

Li Qersê heywandar di vê sermaya ku binê sifirê 10 pileyan da heywanên xwe xwedî dikin

Hüseyin Demirci  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 16.12.2025
Li Qersê heywandar di vê sermaya ku binê sifirê 10 pileyan da heywanên xwe xwedî dikin Hüseyin Demirci

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê heywandar di vê hewaya sar da heywanên xwe xwedî dikin.

Li navçeyê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 10 pile hat pîvan, paceyan qeşa girt û li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.

Hewaya sar xwedîkirina heywanan jî zehmettir dike.

Cotkar û heywandar di vê hewaya sar da hewl didin ku heywanên xwe xwedî bikin.

Gokturk Ozturkê li gundê Yagbasanê dewaran xwedî dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew hewl didin heywanên xwe ji sermaya zêde biparêzin.

Ozturk got piştî berf dibare ew heywanan ji tewleyê derdixin û wiha axivî: "Me heywanên xwe alif kirin, me hespên xwe derxistin derva. Hespên me li ser berfê geriyan û bêhna xwe dan. Me golikên xwe derxistin derva. Ji ber ku ew her tim di hundir da ne, hewaya pîs a di tewleyê da 6-7 mehan bandoreke neyînî li ser wan dike. Ji ber vê yekê, em carinan wan derdixin derva ku ew karibin hewaya paqij bistînin û hinekî bêhna wan bê ber wan. Me qaz û mirîşkên xwe berdan nav çem. Dema ku em mirîşkan jî li hundir bihêlin, spî dikevin wan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın