Jiyan

Li Qersê dîmenên çûkên ku bi sarbûna hewayê ra amadekariya koçê dikin hat kişandin

Hüseyin Demirci  | 08.11.2025 - Rojanekırın : 08.11.2025
Li Qersê dîmenên çûkên ku bi sarbûna hewayê ra amadekariya koçê dikin hat kişandin Hüseyin Demirci

Kars

Li Qersê li qadên avî, dîmenên çûkên ku bi sarbûna hewayê ra amadekariya koçê dikin hat kişandin.

Li qadên avî yên weke Paşaçayirî, Çemê Qersê û Sariqamîş Hançerliyê dîmenên qaqlîbaz, serşîn, enqût û hinek cisnên din ên werdekan, beriya koçê berkurka xwe tijî dikin.

Kordînatorê Zanistê yê KuzeyDogayê Emrah Çoban ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku payizê qadên avî yên li Rojhilatê Anadoluyê dest bi avgirtinê kirin.

Çoban destnîşan kir ku bi taybet di van rojan da çûk li qadên avî kom dibin û got, "Zeviyên qadên avî ji bo çûkên koçber deverên pir giring in. Ji ber ku bi taybetî di dema koça bihar û payîzê da, ew li van qadên avî diçêrin, bêhna xwe vedidin, xwe diparêzin û koça xwe didomînin. Bi kurtasî, em dikarin wê bi vî rengî rave bikin. Qadên avî yên li welatê me ku bi baranên bihar û payîzê çêdibin, erka benzînxaneyan dibînin. Li van wîstgehan, ajelên kovî û çûk radiwestin, xwarinê dixwin, hêzê digirin û ber bi rawestgeha xwe ya din va diçin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın