Li Qersê dîmenê gund û çemên di nava berfê da mane bi dronê hat kişandin
Kars
Li Qersê piştî barîna berfê dîmenê gund û çemên di nava berfê da mane bi dronê hat kişandin.
Ji ber berfa zêde ya ku li bajêr barî, li hin gundên navçeya Arpaçayê qalindiya berfê ji mêtroyekî derbas bû.
Li gundên ku di bin berfê da mane dîmenên xweş derketin holê.
Çemên di navbera gundên Okçuoglu û Tepecikê da di nava berfê da man.
Ji ber serma û seqemê ava hin çeman cemed girt.
