Li Qersê dîmena hirçên daketin nava taxê hat kişandin

Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê, hirçên ku ji xewa çileyê zivistanê hişyar bûne û her wiha birçî bûne, berê xwe didin nav taxan.
Li Sariqamîşa raqim 2 hezar û 150 ya ku li dorbera wê daristanên darçamên zer hene, hirçên boz lê dijîn ku li dinyayê yekane hirçên boz in ku koçê dikin. Li Sariqamîşê dem demî ajalên çolê dadikevin nava bajêr.
Hirçên boz ên ku hatin nava Taxa Tepeyê û xaniyên TOKÎya Taşkiranê yên ku nêzîkî daristanê ne, konteynerên zibil welgerandin, di tê da li tiştekî xwarinê geriyan.
Hirçên boz ên ku zikê xwe têr kirin, di nav taxê da gerek dan xwe û cardin berê xwe dan nava daristanê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.