Jiyan

Li Qersê dîmena daristanên çamê yên ku di binê berfê da mane, bi dronê hat kişandin

Hüseyin Demirci  | 09.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Li Qersê dîmena daristanên çamê yên ku di binê berfê da mane, bi dronê hat kişandin Hüseyin Demirci

Kars

 Li Sarîqamişa navçeya Qersê ku li Tirkiyeyê ji navendên girîng ên turîzmê ye, dîmena daristanên çamê yên ku di binê berfê da mane, bi dronê hat kişandin.

Raqima navçeya ku ji niştewarên herî bilind ên welêt e, 2 hezar û 150 mêtre ye. Piştî ketina berfê navçe spî bû.

Daristanên çamê ji bo gelek heywanên kovî yên wekî hirçê boz, werşeq, gur û rovî talde ye û ev heywan di van daristanan da dijîn, li hev zêde dibin.

Bi ketina berfê ra dîmeneke bê hempa ya daristanan derket holê.

Çiyayê Agbabayê, daristanên Geliyê Keklîkê û fetlonekên Çuruktaşê ku di binê berfê da mane, bi droneyê hatin kişandin.

Navenda navçeyê jî bi ketina berfê ra spî bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın