Li Qersê deverên avî cemed girtin û li ser dar û beran qeşa çêbû
Kars
Li Qersê ji ber serma û seqemê deverên avî cemed girtin û li ser dar û beran qeşa çêbû.
Germahiya hewayê şevê li bajêr daket di bin sifirê da 16 pileyî.
Ji ber serma û seqemê deverên avî cemed girtin û li ser dar û beran qeşa çêbû.
Hin welatiyan hewl dan wesayîtên xwe bi pêçandina bi betanî û cawan ji sermayê biparêzin.
Ekîbên Şaredariya Qersê xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber hewaya sar li ser banên avahiyan qeşayên dirêj çêbûn û camên wesayîtan û malan cemed girtin.
Li navçeyê ku ji ber berfa zêde alavên çandiniyê jî di bin berfê da mane, niştecihan berf û qeşaya li ser banên xwe paqij kir.
Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê li ser kolan û rêyan dest bi xebata paqijkirina berfê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
