Jiyan

Li Qersê darên zerdeliyan kulîlk vedan û dîmenên xweş derxistin holê

Kağızman Ali Çelik  | 11.04.2021 - Rojanekırın : 15.04.2021
Li Qersê darên zerdeliyan kulîlk vedan û dîmenên xweş derxistin holê

Kars

 Li Kagizmana navçeya Qersê darên zerdeliyan kulîlk vedan û dîmenên xweş derxistin holê.

Li Kagizmana ku li ber Çemê Erez hatiye avakirin, ax bi xêr û bereket e. Bi hatina biharê û germbûna hewayê ra darên zerdeliyan kulîlk vedan û baxçeyên zerdeliyan dîmenên rengîn derxistin holê.

Bi hatina biharê ra siruşt bi ser xwe va hat û geş bû.

Bi mezinbûn û tehma xwe va "qeysiyên Kagizmanê" cuda ne û kesên ku tên baxçeyên van daran, wêneyan dikişînin.

Ji ziyaretvanan Fatîh Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li Kagizmanê gelek cureyên fêkiyan çêdibin û wiha dewam kir, "Bihar hat Kagizmanê, daran kulîlk vedan. Em di nav van baxçeyan da digerin û bêhna me dertê. Em di pêvajoya şewbê da stresê davêjin. Em pêşniyaz dikin ku her kes were vê derê û vê xweşikahiyê bibîbe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın