Jiyan

Li Qersê berfê li koçerên ku ji zozanê dageriyan kir

Cüneyt Çelik  | 13.10.2025 - Rojanekırın : 13.10.2025
Li Qersê berfê li koçerên ku ji zozanê dageriyan kir Cüneyt Çelik

Kars

Li Qersê koçerên ku havînê li zozanan man û zexîreya xwe girtin, di rêya dagerê da rastî berfê hatin.

Koçerên ku biharê çûn zozanan û havînê li wir man, dema ku hewa sar bû bi sedan heywanên xwe ra dest bi dagerê kir.

Dema dagerê di rê da berf barî û koçeran ji ber berfê zehmetî kişand.

Ji koçeran Polat Demirbogayê ku ji Bihûreka Bogatepeyê ya ku 2 hezar û 300 mêtro bilind e ya li ser rêya Qers-Golê derbas dibû, ji nûçegihanê AAyê ra got wan ji ber berfê zehmetî kişandiye.

Demirboga wiha axivî: "Ji ber berfê em li zozanê asê man. Em heywanên xwe dibin gund. Berfê bi şev dest pê kir û heta sibê dewam kir."

Şakîr Uyusun jî daxuyand ku zivistan zû hat û ew hewl didin di bin berfê da heywanên xwe zûtir bigîhînin gund.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın