Jiyan

Li Qersê berfa ku ji mêtreyekî zêdetir e, li siruştê dîmeneke xweş derxist holê

Cüneyt Çelik, İdris Karaoğul, Hüseyin Demirci  | 22.02.2026 - Rojanekırın : 22.02.2026
Li Qersê berfa ku ji mêtreyekî zêdetir e, li siruştê dîmeneke xweş derxist holê Hüseyin Demirci

Kars

Li Qersê berfa ku qalindahiya wê cî bi cî ji mêtreyekî zêdetir e, dîmenên xweş derxist holê.

Li navçeya Arpaçayê bi ketina berfê ra gund di binê berfê da man. Herêmên ku bi berfê xemilîn û gundê Boyuntaşê yê li ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê bi dronê hatin kişandin.

Piştî ketina berfeke zêde li gund baniyên xaniyan, rê û mêrgên mezin di binê berfê da man. Gir û eraziyên gund tev bi berfê spî bûn.

Di dîmenên ku ji hewa hatin kişandin da hat dîtin ku qalindahiya berfê cî bi cî ji mêtreyekî zêdetir e.

Li Sarîqamişê jî bi ketina berfê ra çil û çiya bi berfê nixumîn û dîmenên xweş derketin holê. Çiyayên Soganliyê, Girê Kumruyê, Çiyayê Sîpanê yê Piçûk û Kosedaxa ku sînorê wê bi Eleşkîrta navçeya Agiriyê ra jî heye, derdora navçeya Sarîqamişê xemiland.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın