Li Qersê berfa ku barî daristanên sariçamê çîlspî kir
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku zivistan lê dirêj û zehmet derbas dibe, berfa ku barî daristanên sariçamê çîlspî kir û dîmenên xweş derketin holê.
Li Rojhilatê Anadoluyê ev daristanên ku ji Sariqamîşê dest pê dikin, li bakur di navbera Şenkayaya navçeya Erzurumê û li başûr jî heta derdora Çiyayê Sîpanê ya di navbera Geliyê Arasê da dirêj dibin, bi mezinbûn û berfirehbûna xwe va balê dikişînin.
Ev daristanên ku ji bo gelek heywanên kovî yên di nav da hirçên boz, werşeq, gur û rovî jî hene ra bûne sitargeh, ji ber berfa zêde ya ku vê dawiyê barî, bi berfê nixûmîn.
Daristan bala turîstên herêmî û biyanî yên ku tên vê derê dikşîne.
Dîmenên daristanên li taxa Çiyayên Soganliyê yên ku 2 hezar û 600 mêtro bilind in û yên li taxa Kumrutepe û Çataldereyê yên ku Sariqamîşê dorpêç dikin û dîmenên Geliyê Çemê Keklîkê, bi droneyê va hatin kişandin.
