Li Qersa ku stûriya berfê lê gihiştiye 3-4 metroyan ekîb xebatên xwe didomînin
Kars
Li Qersa ku yek ji bilindtirîn bajarên welêt e û stûriya berfê lê gihiştiye 3-4 metroyan, ekîbên Îdareya Taybet a Parêzgehê bê navber xebatên xwe didomînin.
Berfa zêde ya ku rojên dawî li bajêr bariya, bandoreke neyînî li ser veguhastinê dike. Ekîb ji bo vekirina rêyên gundan ku ji ber berf û bagerê hatibûn girtin dixebitin.
Li navçeyên Arpaçay û Dîgorê li hin deveran stûriya berfê digihêje 3-4 metroyan. Ekîb ji bo vekirina rêyan bi şev û roj dixebitin.
Şêfê Îdareya Taybet a Parêzgeha Arpaçayê Alî Çobanoglu ji rojnamevanan ra got ku berfa îsal bi taybetî zêde bû û ekîb bênavber dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
