Li Qers û Erdexanê sir û serma heye
Kars
Li Sarîqamişa navçeya Qersê û li Erdexanê piştî ketina berfê sir û serma çêbû.
Li navçeyê bişev germa hewayê 10 pile ket binê sifirê û di sir û sermayê da camên wesayîtan qeşa kişandin û bi baniyan va şembelîlk daliqiyan.
Ekîbên şaredariyê berfa kuçe û kolanan verotin û avêtin.
Dîmena roviyên ku li ser berfê li xwarinê digeriyan û werdekên angût ên ku li ser avê digeriyan hatin kişandin.
Piştî ketina berfê bager rabû û bagerê rêya gundê Gunîndiya ser Kagizmanê girt. Ji bo vekirina rê ekîb dixebite.
- Erdexan
Li Erdexanê jî piştî ketina berfê serma çêbû.
Li bajêr bişev germa hewayê 10 pile di binê sifirê da hat pîvan û cemed çêbû.