Li Bidlîsê xebatên vekirina rêyên gundan didomin
Bitlis
Li Bidlîsê têkoşîna dijî berfê ji hêla ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê tê meşandin.
Li bajêr xebatên vekirina rêyên gundan ên girtî didome ku duh piştî barîna berfê hatibûn girtin.
Şefê Şantiyeya Navendê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Nail Aşit ji rojnamegeran ra diyar kir, duh ji ber barîna berfê rêya gelek gundên navendê hat girtin û axaftina xwe wiha domand "Em ji duh bi şev da bênavber dixebitin. Vê gavê me ji sedî 80yî rêyên girtî vekirin. Em li ser asta Bidlîsê bi 60 makîneyên kar û 80 personelî xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.