İsmail Kaplan,Günay Nuh,Hüseyin Demirci
02 Mijdar 2022•Rojanekirin: 04 Mijdar 2022
Li Qers û Erdexanê ji ber sermayê paceyên wesayîtan qeşa girt, di ser dar û beran da qiravî ket.
Li Qersê ji ber sermayê paceyên wesayîtan qeşa girt.
Hin welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe ku paceyên wan qeşa negrin.
Heywanên li derva jî li ser qenepeyên ber deriyên kargehan veketin.
Welatiyên serê sibê çûn karê xwe ji bo ku xwe ji sermayê biparêzin kûm dan serê xwe û şalgerdan avêtin stûyê xwe ku xwe ji sermayê biparêzin.
Li Taxa Acisiyê ya li navçeya Sariqamîşê jî li ser dar û beran qiravî çêbû, rûyê çem qeşa girt.
Her çiqas hewa sar be jî hin şivanan heywanên xwe li mergan çêrandin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Li cihên bilind ên bajêr berf barî, qiravî çêbû.
Paceyên wesayîtan qeşa girt.