Li Qers û Agiriyê berf barî û li Erdexanê jî hewa pir sar e
Kars
Li Qers û Agiriyê berf barî û li Erdexanê jî hewa pir sar e.
Ji ber berfa ku ji şeva borî vir va li Qersê dibare, nebat û dar û ber ji berfê sipî bûn.
Hin welatiyan ji bo wesayîtên xwe ji serma û berfê biparêzin bi caw û betaniyan nixumandin.
Li navçeya Sariqamîşê berfê derdorê sipî kir. Welatiyan berfa ku li ber kargehên wan kom bûbû paqij kir.
Li Agiriyê berfa ku danê şevê dest pê kir ber bi sibehê gur bû. Bajar careke din bi berfê sipî bû.
Li Erdexanê hewaya sar bû sedema çêbûna qeşayê û rûyê çeman cemed girt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
