Li Qers, Erdexan, Tuncelî û Erziromê berf ket
Kars
Li Qers, Erdexan, Tuncelî û Erziromê berf ket û tengasî da kişandin.
Li Qersê du roj in berf dibare. Serê sibehê ji ber berfa ku zêde dibare, xwendekar û welatiyan di binê berfê da zehmetî kişand, wesayît di binê berfê da man.
Ekîbên Şaredariya Qersê xebata verotina berfê da destpêkirin.
Li navçeya Sariqamîşê bi ketina berfê ra daristanên çamê, dar û nebat di binê berfê da man. Welatiyan berfa ser wesayîtên xwe û berfa pêşiya kargehên xwe paqij kir.
Ekîbên şaredariyê di kuçe û kolanan da xebata verotina berfê da destpêkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf ket.
Berfa zêde di rêyan da bû cemed.
Ekîban berfa ser rêyan paqij kir.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî li hin deverên bilind berf dibare.
Ekîb ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî dernekeve, xebatan dimeşîne.
- Erzirom
Li Erziromê jî berf ket, şofêr û welatiyan di rê û peyarêyan da tengasî kişand.
Ekîbên şaredariyê li tevahiya bajêr xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
