Jiyan

Li Qers, Erdexan û Agiriyê serma û mij bi bandor bû

Hüseyin Demirci, Günay Nuh, Cüneyt Çelik, Abdullah Söylemez  | 05.12.2025 - Rojanekırın : 05.12.2025
Li Qers, Erdexan û Agiriyê serma û mij bi bandor bû

Kars

 Li Qers, Erdexan û Agiriyê serma û mijê bandoreke neyênî li ser jiyana rojane kir.

Ji ber mijê li ser rêya Qers-Îdirê, mesafeya dîtinê kêm bû û ajovanan di hatinûçûyînê da zehmetî kişand.

Ji ber hewaya sar, li ser dar û giyayan qiravî çêbû.

Li navçeya Sariqamîşa ku germahî bi şev daket 8 pileyan di bin sifirê da, qeşayê li camên wesayîtan û dar û beran xist.

Hin welatiyan ji bo ji sermayê biparêzin wesayîtên xwe bi betaniyan nixumandin, rûyê çemê Çetelê bi tevahî qeşa girt.

- Erdexan

Li Erdexanê hewaya sar bi bandor e.

Ji ber sermayê qeşa çêbû û qiravî ket.

Li bajêrê ku pileya germayê di bin sifirê da hat pîvan, rê û peyarêyan qeşa girt.

- Agirî

Li Agiriyê hewaya sar û mijê bandoreke neyênî li ser jiyana rojane kir.

Bajarê ku hewaya sar bandora xwe lê didomîne, ji ber mija giran mesafeya dîtinê kêm bû.

Li bajarê ku qiraviya li ser dar û beran dîmenekî xweş çêkir, rûberê çem û rûbaran qeşa girt.

Bi droneyê dîmenên çemên qeşa girtî û qiraviya li ser dar û beran hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın