Li Qers û Tunceliyê piştî ketina berfê sir û serma çêbû
Kars
Li Qers û Tunceliyê piştî berfa ku duh ket, sir û serma çêbû.
Li Qersê piştî berfa ku du rojan ser hev bi navber ket, serma çêbû.
Qadên avî qerimîn, Deşta Akyaka-Arpaçayê bi berfê nixumî û ew der bi dronê hat kişandin.
Li navçeya Sariqamîşê jî mij ket erdê.
Ji ber mija ku di rêya Qers-Erziromê da ket erdê, şofêran tengasî kişand.
Li Tunceliyê jî ji ber sir û sermayê di hin rêyan da cemed çêbû.
Li bajêr tepa çiyan jî mijê pêça û darên Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê qiravî girt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
