
Ardahan
Li Sariqamîşa navçeya Qersê û cihên bilind ên Erdexanê di meha nîsanê da berf barî û dîmenên xweşik derketin holê.
Li Sariqamîşê ji ber berfa ku roja ewil a nîsanê barî dar, nebat, avahî û wesayît bi berfê xemilîn.
Hin welatiyên ku ji bo berfê amadehiyên wan tunebû li ser camên wesayîtên xwe "1ê nîsana 2021î" nivîsand.
Ji niştecihên navçeyê Bunyamîn Cengîz diyar kir ku roja ewil a nîsanê barîna berfê ji bo wan bû surprîzek û got ku "Bi barîna berfê va her der spîçîl bû. Înşellah dê li Cibiltepeyê heyama kaşûnê dirêj bibe."
- Erdexan
Li Erdexanê jî li navenda bajêr şilope li cihên bilind jî berf barî.
Welatiyên li navenda bajêr ji ber şiliya ji nîşka va hat zehmetî kişand.
Li cihên bilind ên bajêr tesîra berfê dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.