Li Qers û Erdexanê berf û sermayê tesîra xwe nîşan da
Kars
KARS (AA) - Li Qers û Erdexanê piştî barîna berfê, sermayê tesîra xwe nîşan da.
Li Qersê berfa nîvê şevê dest pê kir, heya ber destê sibehê barî.
Li bajêr stûriya berfê cih cihan gihîşt bi qasî metreyekî û ajokar û her wiha welatiyan zehmetî kişand.
Li Keleha Qersê û derdora wê ku bi berfê venixumîn, dîmenên sipehî derketin holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî baniyên avahiyan şembelûk girtin.
- Erdexan
Li navenda Erdexanê berfa bi navber bariya, li cihên bilind tesîra xwe zêdetir kir.
Li bajêr ekîbên berfê yên şaredariyê xebatên xwe dan destpêkirin.
Li bajêr her wisa bi tesîra sermayê qerm çêbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
