Li Qersê zarok di tetîla nîvê salê da kêfa şiqitîna bi xizekan dikin
Kars
Li Qersê piştî ketina berfê, zarok bi şiqitîna bi xizekan keysa xwe li tetîla nîvê salê tînin.
Li bajêr berfa ku çend roj e dibare, Keleha Qersê û dewrûbera wê venixumand.
Zarokên ku keysa xwe li tetîla nîvê salê anîn, hevrazên li pêşa kelehê ji xwe ra kirin pîsta xizekê.
Zarokên ku bi xizek û poşetan xwe şiqitandin, kêfxweş bûn.
Fatma Taşdemira ji Îzmirê hatiye, wiha axivî, "Em ji bo tetîleke xweş hatin, me Qers gelekî eciband. Ez jî adeta vegeriyam zaroktiya xwe. Li vir em bi xizekê şiqitîn, me gelekî kêf kir."
Gurur Çinar Eren jî diyar kir ku stûriya berfa li Qersê ji bo kêfê pir guncav e û wiha got, "Di vê tetîlê da şiqitîna serê sibeheke wiha pir xweş e. Qers bajarekî pir xweş e, îsal ev cara yekem e ev qas zehf berf dibare. Ji bo şiqitînê pir baş e, herkes xwe dişiqitîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
