Li Qersê siruşt bi kulîlkên rengorengo yên ku piştî baranan bişkivîn vejiya
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê siruşt bi kulîlkên rengorengo yên ku piştî baranan bişkivîn vejiya.
Li navçeyê darên encas û sêvan bişkivîn, li ser çiqliyên daran sihorîk hatin dîtin.
Newala Kewan a li ser bilindahiyeke bi qasî 2 hezar û 500 raqimî ku bi darçaman dorpêçkirî ye, bi sosinên zer û sor û rengorengo xemilî.
Şelaleya Kewan bi ava baranê coş bû, li ser golên biçûk, teyrikên şemeldûkên sorik hatin dîtin.
Wênegirên siruştê dîmenên siruştê, yên perperîk û mozên li ser kulîkan girtin.
Gursoy Solmazê wênegirê siruştê ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku piştî baranan siruşt bi xwe va hat, rengîn bû û got, "Li Sariqamîşê dîmenên bêhempa, bi rengên bedew derdikevin berçav. Li siruştê armoniyeke dilgîr çêbûye. Dil dixwest wênegir û siruşthez bibin şahidê vê yekê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
