Li Qersê sihorîkên sorik baxçeyê gel rengîn kirin

Kars
Sariqamîşa navçeya Qersê ku bi daristanên xwe yên çaman ji bo gelek ajelên kovî hêwirgehek e, êdî li nava wê sihorîkên sorik û çêlikên wan baxçeyê gel rengîn dikin.
Li Baxçeyê Gel ê Harun Hayalî yê di nava daristanên çaman da ku dikeve taxa Înonuya navçeyê, bi germbûna hewayê ra siruşta wê rengîn bû.
Li nava daristanan ku mirov di nav da demên xweş derbas dikin, dîmenên sihorîkan û çêlikên wan ku li ser şaxên daran digerin, qozelqan dikojin, di nava giyayan da baz didin hatin kişandin.
Wezîfedarê baxçeyê Erol Gok ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku bi germbûna hewayê ra liv û tevgera di nava siruştê da zêdetir bû û got, "Êdî sihorîkên sorik ên di nava baxçe da mezin bûn, tên li nava mêvanên li baxçeyê digerin. Vê derê rengîn dikin, bi mêvanan ra dilîzin, ji darekê xwe diavêjin ser darekê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.