Li Qersê salê nêzîkî 2,5 milyon qaz tên xwedîkirin
Kars
Li Qersê ku yek ji bajarên ji hêla qazan va li Tirkiyeyê di rêza yekem da cî digire, salane ji 510 hezar qazên mê, 2.5 milyon qaz tên bidestxistin.
Xwedîkirina qazan di aboriya bajêr da roleke girîng dilîze.
Cûcikên qazan yên ku ji qazên mê tên bidestxistin di navbera mehên nîsan û mijdarê da bi baldarî tên xwedîkirin.
Qazên ku havînê li mêrgan tên çêrandin, paşê li çêwlikan tên xwedîkirin ku qelew bibin.
Goştê qazan di sala 2023yan da ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk va hat tescîlkirin.
Li bajêr ji 510 hezar qazên mê, bi salane 2.5 milyon qaz tên bidestxistin.
Qers ji hêla qazan va ji sedî 40ê Tirkiyeyê dihewîne û ji vê hêlê va di rêza yekem da cî digire.
Midûrê Çandinî û Daristanê Enver Aydin ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand dema li Tirkiyeyê behsa qazan tê kirin, navê Qersê tê bîra mirovan û wiha axivî: "Bajarê me ji hêla xwedîkirina qazan va li Tirkiyeyê xwedî potansiyeleke ji sedî 40î ye. Ji 510 hezar qazên mê yên nû çêdibin. Xwedîkirina qazan li vir bi usûlên kevneşopî li mêrgan tê kirin."
Salîha Ozturka qazan xwedî dike anî ziman ku eleqeya însanan a ji bo qazên Qersê zêde ye û wiha got: "Em qazên xwe beriya ku serjê bikin, hildidin besiyê. Dema berf dibare em serjê dikin, paqij dikin û paşê xoyê lê dikin."
Ozturkê got ew qazan di sermayê da hişk dikin û difroşin.
Muhammet Gundogduyê xwedî çêwlika qazan e jî got ew li gor usûla berê qazan xwedî dikin.
Gundogdu anî ziman bi piştgiriya Zanîngeha Kafkasê ew beşdarî geştên dervayî welêt dibin û cihên ku qaz lê tên xwedîkirin dibînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
