Li Qersê sîmoreyên sor dest bi amadekariya xewa çileyê kirin
Kars
Li Sarqamîşa navçeya Qersê ku ji cîwarên herî bilind ên Tirkiyeyê ye û zivistana wê tund û dirêj dikişîne, sîmoreyên sor dest bi amadekariya xewa çileyê kirin.
Li herêma ku bi daristanên xwe yên çamên zer navdar e û gelek cure û cisnên heywanên wekî hirç, beraz, gur û werşeq lê dihêwirin, sîmoreyên sor amadekariyên xwe yên berî xewa çileyê dikin.
Sîmoreyên sor ên li Baxçeyê Gel ê Harun Hayalî yê li Newala Çamaşirê û Taxa Înonuyê ye ketin ber kamerayê. Di dîmenan da lîstîn, kotina gûzikan û komkirina tovên çaman ên sîmoreyan dixuyê.
Emrah Çobanê Kordînatorê Zanistî yê Komeleya KuzeyDogayê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku hin heywanên beyanî xwe ji xewa çileyê ra amade dikin.
Çoban bal kişand ku li herêmê bi tenê hirç nakevin xewa çileyê û wiha dewam kir, "Li Sariqamîşê sîmoreyan jî dest bi amadekariya xewa çileyê kirin. Bi taybetî tovên daran dibin û di kûlên xwe da vedişêrin. Bi rastî ji aliyekî va jî domdariya daristanên li Sariqamîşê pêk tînin. Lewra ew carinan cihê tovên ku vedişêrin, ji bîr dikin. Deha bihar tê, ev tov bi raw û ava belekiyan va hêşîn dibin û cardin li siruştê vedigerin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
