Jiyan

Li Qersê jin di germa havînê da jî li ber kopê tendûrê nan dipêjin

Hüseyin Demirci  | 24.06.2025 - Rojanekırın : 25.06.2025
Li Qersê jin di germa havînê da jî li ber kopê tendûrê nan dipêjin

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê jin di kelekela havînê da jî tendûrê dadidin û nan dipêjin.

Li navçeyê di tendûran da pehtina nan hê dewam dike û jinên herêmê vê kevneşopê hînî nifşên nû dikin.

Nanê tendûrê bi arê genimê xwerû û organîk di tendûran da tê pehtin. Ji ber ku seba tenduristiyê feydeya vî nanî heye û bihayê nan erzan e, şêniyên herêmê vî nanî dikirin.

Jinên herêmê di kelekela havînê da jî tendûrê dadidin û nan li tendûrê dixin.

Ji jinan Gulhan Gençê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji bo mêvanên ku ji dervayî bajêr tên, havînê jî tendûrê dadidin û di germê da jî vê kevneşopiya xwe didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.