Li Qersê fitlonekên avê yên ku zivistanê naqerisin bi bedewiya xwe eleqeyê dibînin
Kars
Fitlonekên avê yên li Qers û Erdexanê ji ber ku zivistanê naqerisin, ji bo ajeldariyê çavkaniyeke giring in.
Li Qersa ku ji bo çandinî û xwedîkirina ajalan navendeke giring e, cotkar bi nêzîkbûna zivistanê ra êdî ajelên xwe di axuran da xwedî dikin. Hinek ji ajeldaran, dewarên xwe dibin ser menderesên avê yên nêzîkî gund û wan av didin.
Çemên bi fitlonek ên ku di havînê da ji bo çandinî û xwedîkirina ajalan çavkaniyeke giring in, di zivistanê da dema ku bi berfê tên nixumandin jî dîmenên bedew diafirînin.
Herêmên li dora çemên bi fitlonek yên ku xelkê herêmê di mehên havînê da erdên xwe pê av didin, tê da masiyan digirin, qazên xwe berdidin navê û dewarên xwe li derdorê diçêrînin, ji ber berfa dawî spî venixumîn.
Xweşikbûna çemên bi berfê veşartî yên di navbera Qers û Erdexanê da ku ji berfê spî bûbûn, bi dronê hat kişandin.
Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Enver Aydin got ku bi barîna berfê ra menderesên avê dîmenên xweşik derketin holê.
Aydin wiha pê da çû, "Qers yek ji wan herêman e ku zehmetkişandina ji ber avê lê kêm e, ji ber vê yekê em xwe bi şens hîs dikin. Menderesên ku li parêzgeha me bi awayekî siruştî şikil sitandine, him ji ber fêda wan di çandinî û ajeldariyê da, him jî ji ber ku ajeldar dewarên xwe li wir av didin, giring in.
Herwiha bi hatina zivistanê û barîna berfê ra, ew dîmenên siruştî yên bi rastî jî xweşik diafirîne. Ev yek ji mezintirîn serweta bajar û herêma me ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
