Li Qersê firotina penêrê gravyerê yê heyamê dest pê kir
Penêrê gravyerê yê ku ji şîrê çêlekên li zozanan diçêrin tê çêkirin piştî pêvajoyeke zor û zehmet bo xwarinê tê amadekirin.

Kars
Li Qersê berî demsala zivistanê firotina penêrê gravyerê ku niha amadeye, dest pê kir.
Penêrê gravyerê yê ku ji şîrê çêlekên li zozanan diçêrin tê çêkirin piştî pêvajoyeke zor û zehmet bo xwarinê tê amadekirin.
Şîrê ji çêlekan tê dotin di sîtilên sifir da qasî 4 saetan tê kelenadin.
Penêrê ku bi pergala mengeneyê qasî 24 saetan di presê da dimîne nêzî 10 rojan di hewza avê da dimîne û paşê bi qasî mehekê jî di embarên germ da ji bo hev baş bigire tê sekinandin. Penêrê gravyerê ji wê derê jî radikin embarên sar û piştî demeke dirêj ji bo xwarinê êdî amade dibe.
Penêrê gravyerê yê ewil ê heyamê li dikan û dezgehên navenda bajêr û navçeyan tê firotin.
Melîh Turutê li navçeya Sariqamişê ku penêr difiroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gravyera Qersê marqeyeke dinyayê ye û wiha domand: "Miletê me eleqeyeke mezin nîşan dide. Her ku diçe eleqeya li ser vî penêrê zêdetir dibe. Em siparişan ji ser têlefon û înternetê hildidin û amade dikin û dişînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.