Jiyan

Li Qersê ekîb berf û qeşayê dibin dervayî bajêr

Hüseyin Demirci  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Li Qersê ekîb berf û qeşayê dibin dervayî bajêr Hüseyin Demirci

Kars

Li Sariqamîşa navçeya Qersê ekîb berf û qeşaya ku li navenda navçeyê bi makîneyên kar va dibin dervayî bajêr.

Li navçeyê berfa ku dem demî dibare ji mêtroyekê derbas bû.

Li ser banê xaniyan şembelûkên dirêj çêbûn.

Ji ber berfê di hatin û çûyînê da jî tengasî çêdibe.

Ekîbên Midûriyeta Karên Fenê ya Şaredariya Sariqamîşê bi 2 qreyder, 3 kepçe û 4 kamyonan va xebatên paqijkirina berfê dikin.

Ekîb berfa li ser kuçe û kolanan li kamyonan bar dike û dibe dervayî bajêr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın