Jiyan

Li Qersê du wesayît li hev qelibîn, 6 kes birîndar bûn

Cüneyt Çelik  | 09.12.2025 - Rojanekırın : 09.12.2025
Li Qersê du wesayît li hev qelibîn, 6 kes birîndar bûn Cüneyt Çelik

Kars

 Li Qersê du wesayît li hev qelibîn, di qezayê da 6 kes birîndar bûn.

Wesayîta ku şofêrê wê Comert Y. (33) û plaqeya wê 61 AFL 724 li ser rêya Qers-Selîmê, li xaçerêya gundê Kumbetliyê li wesayîta ku şofêrê wê Merîf E. (43) ya ku plaqeya wê 25 DB 314 e qelibî.

Li ser cawdayînê, polês, cendirme, ekîbên agirkuj û AFADê çûn cihê qezayê.

Di qezayê da ji bilî her du şofêran B.S, C.A, S.K. û S.Y. birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê û Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê.

Ji ber qezayê rê demekê hat girtin, lê piştî ku wesayît hatin rakirin rê dîsa vebû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın