Jiyan

Li Qersê dest bi serjêkirina qazan hat kirin

Hilberînerên li Qersa ku yek ji navendanên serkêş ên xwedîkirina qazan ên li Tirkiyeyê ye goştê qazên ku bi taybetî zivistanê tê li ser sifreyan ji bo firotinê tên amadekirin.

Sevim Hatun Sürücü  | 22.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
Li Qersê dest bi serjêkirina qazan hat kirin

Kars

 Hilberînerên li Qersa ku yek ji navendanên serkêş ên xwedîkirina qazan ên li Tirkiyeyê ye goştê qazên ku bi taybetî zivistanê tê li ser sifreyan ji bo firotinê tên amadekirin.

Qaz piştî ku ji hêkê derdikevin biharê wan li merayan diçêrînin, di cotmehê da jî ceh didinê û xwedî dikin ku gir bibin û piştî berf barî dest bi serjêkirina wan kirin.

Qazên ku serjêdikin, dipûrtikînin, paqij dikin û li ber tavê daldiqînin. Qazên ku bi vî şiklî demekê li ber tavê dimînin dikin sarincan mihefeze dikin.

Hilberîner bi firotina goştê qazan alîkariyê didin bitçeya malbata xwe. Qazên ku li gor mezinahiya xwe di navbera 180-200 lîreyî de tên firotin, eleqeyê dibînin.

Ji hilberîneran Şenay Vanliyê ji nûçegihana AAyê ra got ku ew qazan li mêrgên bilindahiya wan 2 hezar û 300 aqimin diçêrînin, xwedî dikin.

Vanliyê got ku qazên Qersê li dinyayê navdar in û wiha dewam kir, "Qaên li Qersê tên xwedîkirin divê li mêrgên bilind bên çêrandin û berî serjêkirin mehek jî bi ceh bên xwedîkirin. Herwiha goştê qaazên ku berfê dixwin xweştir dibe. Di salên dawîn da xelqê herêmê zêdetir bala xwe daye ser vî karî. Xelqê li navend û navçeyên herêmê qazan xwedî dikin. Çûkên qazan ên ku di meha nîsanê de ji hêkê derdikevin 4-5 mehan li mêrgên biling tên çêrandin, piştra mehek jî bi ceh tên xwedîkirin. Bi barîna berfê ra berfê jî dixwin. Niha me dest bi serjêkirina qazên ku berf xwarin kir. Înşeallah saleke bi bereket be."

Hilberîner Murat Yenîce hot goştê qazên ku berfê dixwun xweştir dibe û wiha dewam kir, "Divê qaz berfê bixwun. Paşê divê bên serjêkirin. Bi vî hawî goştê qazan xweştir dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın