Li Qersê dîmena roviyên gevez li ser eraziyê berfpêçayî hat kişandin
Kars
Li Selîma navçeya Qersê dîmena roviyên gevez ên ku li ser eraziyê berfpêçayî dû nêçîrê ketine, hat kişandin.
Li bajarê ku germa hewayê 13 pile di binê sifirê da hat pîvan, ji ber berf û sermayê heywanên kovî di dîtina xwarinê da tengasiyê dikişînin.
Li gundewarê ser rêya koma gundê Akçakaleya ser navçeyê roviyên gevez li ser erazî hatin dîtin. Rovî li ser berfê çendîn deqîqeyan guh dan mişkên binê berfê û ew şopandin ku bigirin.
Rovî ji ber qabiliyetên xwe yên nêçîrê wekî "qurnaz" û "serwext" tên pênasekirin. Rovî bi qabilyetên xwe va di vê sir û seqemê da hewl didin ku zikê xwe têr bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
