Jiyan

Li Qersê dîmena heywanên kovî yên ku ser berfê peyê nêçîra xwe ketibûn, hat kişandin

Hüseyin Demirci  | 29.03.2026 - Rojanekırın : 29.03.2026
Li Qersê dîmena heywanên kovî yên ku ser berfê peyê nêçîra xwe ketibûn, hat kişandin Hüseyin Demirci

Kars

Li Sarîqamişa navçeya Qersê dîmena heywanên kovî yên ku li ser berfê li xwarinê digeriyan, hat kişandin.

Daristanên Çamê yên derdora navçeyê mazûvaniya gelek heywanên kovî yên wekî hirçê boz, gur, werşeq, roviyê gevez û beraz dikin û ev heywan li van deran li hev zêde dibin.

Zivistana îsal jî ji ber ku dirêj bû û dijwar bû, bi heywanên kovî jî tengasî da kişandin.

Gurekî ku nêzî niştewarê li xwarinê digeriya, piştî demekê çû nava daristanê û winda bû.

Li ser zeviyên rasta Hançerliyê û yên nêzî gundê Bozatê ku di binê berfa da ne jî roviyên gevez derketin nêçîrê.

Roviyan çendîn deqîqeyan guh da dengê mişkên binê berfê û paşê xwe çend kirin û serê kirin binê berfê ku nêçîra xwe bigirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın