Li Qersê bi helîna berfê ra heywan berdan çêrê
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku li Tirkiyeyê zivistana herî dirêj û dijwar li vê derê derbas dibe, bi helîna berfê ra pez û dewar berdan mêrg û çîmenan.
Li Sariqamîşê piştî ku hewa germ bû, berf veheliya, mêrg û çîmen bi kulîlk û çîçekan xemilîn. Rêncberan jî heywanên xwe berdan çêrê.

Li texma Acisuyê ku raqima wê 2 hezar û 300 e, bi helîna berfê ra rêncber Kiyas Budak heywanên xwe berda çêrê. Budak ji nûçegihanê AAyê ra got ku zivistana îsal dirêj bû.

Budak daxuyand ku heywanên wan demeke dirêj di gom û tewleyan da man û wiha dewam kir, "Berf heliya, me jî heywanên xwe berda çêrê. Berf nû rabû, çêre jî tuneye û baran jî nebarî."

Berxvanê piçûk Habîp Budak jî got berfa çayîran nû heliya û em heywanên xwe di nava kulîlk û çîçekan da diçêrînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
