Li Qersê ambulans welgeriya şarampolê û 4 karmendên tenduristiyê birîndar bûn
Kars
Li Qersê ambulans welgeriya şarampolê û di encamê da 1 jê doktor 4 xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.
Ambulansa plaqe 75 AAE 905 ya ku Ugur Keskin diajot û ji Erdexanê nexweş veguhest Îdirê û vedigeriya cihê peywira xwe, li ser rêbejaya Qers-Îdirê li tanga Derwazeya Hanlarê welgeriya şarampolê.
Di qezayê da tevî ajokar, Yusuf Kemalê doktor û her wiha xebatkarên tenduristiyê Ceren Arslan û Kubra Zafer birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristiyê, AFAD, îtfaiye û cendirmeyê bo cihê qezayê hatin verêkirin.
Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê bo Navenda Lêkolîn û Sepana Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê û Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê hatin veguhestin.
Eşkere bû ku tenduristiya birîndaran bi giştî baş e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
