Li Qersê û Erdexanê xebata ekîbên berfê didome
Kars
Li Qersê û Erdexana ku çend roj e berf dibare, xebata ekîbên berfê didome.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18em û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê li herêma Geliyê Keklîkê ya Sariqamîşê û di rêya gundên Asboga, Bozat û Handereyê da xebata avêtina berfê û rêfirehkirinê da destpêkirin.
Di rêbejaya Qaqizman-Agiriyê da ya ku ji ber berf û bagerê ji veguhestinê ra hat girtin, xebatên ekîbên berfê didomin.
Li Erdexanê jî tesîra barîna berfê didome.
Berfa ku bi taybetî li cihên bilind ên bajêr dibare, cih cihan dibe sedema tengasiyên veguhestinê.
Herêma dikeve navbera Hanak û Damalê, bi berfê venixumî. Ji bo vebûna rêbejaya Erdexan-Ardanuçê li Derwazeya Bulbulanê xebatên dijî berfê berdewam in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
