Jiyan

Li Pendîka Stenbolê di mala şewat lê derket da hejmara zarokên mirin derket 3yan

S.S a li malê dijî û di dema şewatê da tevî dergûşa xwe ji mal derket, hi hêla polêsan hat binçavkirin

Büşra Alakoyun  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 11.12.2025
Li Pendîka Stenbolê di mala şewat lê derket da hejmara zarokên mirin derket 3yan

Istanbul

 Li Pendîkê di mala şewat lê derket da hejmara zarokên mirin derket 3yan.

Li Taxa Fevzi Çakmak li Kuçeya Ummanê di daîreya li zemîna avahiyeke 2 qatî da ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, şewat derket.

Bi îxbara kesên li derdorê, ekîbên îtfaiye, polês û tenduristiyê hatin sewqkirin.

4 zarokên ku di şewatê da ji hêla welatiyan ji malê hatin derxistin, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Şewat jî mi midaxeleya ekîban hat temirandin.

Ji zarokên ku rakirin nexweşxaneyê O.S. (2), Z.S (5) û C.Ç. (9) mirin.

A.Çyê (11) birîndar jî li nexweşxaneyê hat entubekirin.

S.Sa li malê dijî û di dema şewatê da tevî dergûşa xwe ji mal derket, hi hêla polêsan hat binçavkirin.

Diyar bû, T.Oyê mêrê S.Sê di dema şewatê da ji ber sûcekê ku lê digeriyan, li navenda polêsan di bin çavan da bû.

Der heqê bûyerê da ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê lêpirsîn hat destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın