Jiyan

Li Pendîka Stenbolê di malê da şewat derket, 2 zarok mirin û 2 zarok birîndar bûn

Selami Küçükoğlu  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 11.12.2025
Li Pendîka Stenbolê di malê da şewat derket, 2 zarok mirin û 2 zarok birîndar bûn AA

Istanbul

 Li Pendîkê di malekê da şewat derket û di encamê da 2 zarok mirin, 2 zarok jî xedar birîndar bûn.

Li Taxa Fevzi Çakmak li Kuçeya Ummanê di daîreya li zemîna avahiyeke 2 qatî da ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, şewat derket.

Bi îxbara kesên li derdorê, ekîbên îtfaiye, polês û tenduristiyê hatin sewqkirin.

4 zarokên ku di şewatê da ji hêla welatiyan ji malê hatin derxistin, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Bi midaxeleya ekîban şewat hat temirandin.

Diyar bû ku ji zarokên rakirin nexweşxaneyê, 2 jê mirin û 2 jê jî rewşa wan xedar e.

Ji aliyekî din va hat diyarkirin, dayika zarokan di dema şewatê da li mal nebû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın