Jiyan

Li Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê pîvokên şepartê vekirin

Sidar Can Eren  | 15.10.2025 - Rojanekırın : 15.10.2025
Li Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê pîvokên şepartê vekirin Sidar Can Eren

Tunceli

 Li Ovacika navçeya Tunceliyê bi hatina payîzê ra li Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê pîvokê şepartê derketin û siruşt pê xemilî.

Ovacik bi xweşikahiyên xwe yên siruştî her demsal bala ziyaretvanên xwecî û biyanî dikişîne û dest bi siruşta wê neketiye.

Li navçeyê bi hatina payîzê ra li hin qadên Parka Neteweyî ya Geliyê Munzûrê pîvokên payîzê ku jê ra şepart, gula payîzê, gula xatirxwestinê jî tê gotin, derketin.

Şepart bi rengên xwe yên binefşî û spî va siruşt xemiland û bala hezkiriyên kişandina wêneyan dikişîne.

Şepartê ku caba zivistanê tînin, herî zêde li zevî û daristana hêşîn dibe û bi rengên payîzê ra dîmena xweş derdixe holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın