Li Panosa Agiriyê ciwan zivistanê roja xwe bi lîstika "topa daran" a li ber jibîrbûnê ye derbas dikin
Ağrı
Ciwanên ku Gênceliya gundê Panosa navçeya Agiriyê dijîn û havînan diçin bajarên rojava xebatê û zivistanê jî vedigerin gund, lîstika kevneşopî "topa daran" ya ku navekê wê yê din jî "topa garanê" ye û dişibe beyzbolê, dileyîzin.
Gundê Gênceliyê bi qasî 100 xaneyî pêk tê û li pêşa Çiyayê Sîpan ê sêyemîn çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye. Ji ciwanên gund kîjan ji bo xebatê guncav bin, di sezona xebatê da di înşeatan da dixebitin û zivistanê jî vedigerin gund.
Xortên gund hin rojan kom dibin û lîstika kevneşopî topa daran a ku dişibe beyzbolê dileyîzin.
Ciwanên ku li biniya gund kom dibin, digel berf û sermayê dibin du tîman û bi dar û topeke taybet a lîstikê va dileyîzin.
Ciwan wek tîm hemû bi hev ra direvin da ku di lîstikê da bi ser bikevin. Bi vê lîstikê va ciwan her wisa ji stresê jî dûr disekinin.
Xortên gund ji bo ku neyê jibîrkirin, vê lîstikê fêrî zarokan jî dikin.
Erhan Aslanê şêniyê gund ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku şert û mercên giran ên zivistanê ji bo lîstina vê lîstikê ne asteng in.
Aslan bal kişand ku lîstik xweş e û kêfa mirov tîne û wiha got, "Ev lîstik ji bav û kalên me maye. Li herêmê wekî 'topa daran' tê zanîn. Payîz û zivistanê dema ciwan li gund bin, tê lîstin."
Aslan destnîşan kir ku hejmara lîstikvanan li gorî mezinbûna cihê lîstikê diguhere û wiha dewam kir:
"Em bi 2 tîman dilîzin. Her tîmek ji 10 kesan pêk tê. Tîmek tê ber dar û gogê, li gogê dixe û tîma din jî li sehayê hewl dide di hewa da gogê bigire. Di vê navberê da yê ku gogê dixe divê bi lez û bez bireve, biçe nav qadê û cardin vegere cihê xwe. Tîma din jî hewl dide ku gogê li kesê direve bixe. Heger gog di hewa da bê girtin jî dor derbasî tîma din dibe.
Dema em dilîzin zeman pir xweş derbas dibe. Mezinên me jî dileyîstin, em jî ji vê lîstikê pir hez dikin. Em têlefonê datînin aliyekê û ji xwe ra vê lîstikê dileyîzin."
Ozal Yalçin jî destnîşan kir ku ew li Çankiriyê dijî û niha vê demê li gund e û bi lîstika tevî hevalan va wextê xwe xweş derbas dikin.
Ayhan Karadenîz jî got ku xort havînan diçin bajarên rojava xebatê û zivistanê jî vedigerin gund, vê lîstikê dilîzin û ji xwe ra kêf dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
