Li pêşa Çiyayê Sîpan havîn, li serê wê jî zivistan bi bandor e

Ağrı
Li pêşa Çiyayê Sîpan ê ku çiyayê sêyem ê herî bilind ê Tirkiyeyê ye havîn, li ciyên wê yên bilind jî şert û mercên ne ji zivistanê cudatir bi bandor e.
Çiyayê Sîpan ê ku dikeve navbera Patnosa Agiriyê, Elcewaza Bidlîsê û Milazgira Mûşê, 4 hezar û 58 metre bilind e. Serê Sîpan digel meha hezîranê hê jî bi berf û belekî ye.
Çiyayê Sîpan bi xwezaya xwe ya çavpêneketî va van rojan çiyager û xwezahezan diezimîne. Her wisa turîstên dixwazin kamp bikin û yên dixwazin wêneyan bikişînin jî berê xwe didin çiya.
Lutfi Yigitê ku hilkişiya serê çiya, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew par jî ji bo gerê derket serê Sîpan û wî zehf ji menzereya wê hez kir û wiha dewam kir:
"Li Çiyayê Sîpan adeta em rastî 4 demsalan hatin. Hewa sayî bû, lehzeyekê baran barî, paşê mij derket û dû ra jî berf û bager çêbû. Lê dîsa jî hêja ye ku meriv were dîtina Sîpan. Digel ku em di nîvê meha Hezîranê da ne, tu dibê qey zivistan hatiye. Menzereya vir pir xweş e, bira herkes were dîtina wê."
Semaî Aldemir jî diyar kir ku ew li Çiyayê Sîpan ji bo cara ewil meşê dike.
Aldemir got ku ew pir ji beşdariya çalakiyên li xwezayê hez dike û wiha dewam kir, "Gava em hilkişiyan serê Çiyayê Sîpan me pir zehmetî kişand. Gava meriv nêzîkî zîrweyê dibe hewa jî pê ra sar dibe. Li deşta li pêşa çiya germahiya hewayê dora 25 pileyan bû, li ciyên bilind jî belekî dixuyên. Ev der pir sar e, min çend qat kinc di ser hev da li xwe kirine."
Çiyayê Sîpan û hilkişîna ziyaretvanên çiyê ji hêla peyamnêrê AAyê bi droneê hat kişandin.