Hakan Sarı
04 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2022
Li Taxa Aşagiyorganliya ser Ozalpa navçeya Wanê çardaxa ku Bariş Dayî li serê xaniyê xwe çêkiriye balê dikişîne.
Dayî ji bo ku di rojên germ ên havînê da naxwaze li hundir rûnê û ji bo xwe û mêvanên xwe li serê banê xwe çardaxa 10 kes tê da bi cî dibin, çêkiriye.
Xwediyê çardaxê Dayî got: "Kesên dibînin şaş û metel dimînin. Havînê evder gelek xweş e. Ji ber ku bilind e havînê hênik e jî. Kesên tên û diçin lê mêze dikin û wêneyên wê digirin. Her êvar em 10 kes lê dicivin."