Li Ovacixa navçeya Tunceliyê welatî ji ber berfa ku zêde barî kêfxweş in
Tunceli
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê berfa ku zêde barî şêniyên herêmê kêfxweş kir.
Li tevahiya bajêr barîna berfê û hewaya sar dewam dike.
Li navçeya Ovacixê li deverên nizm qalindahiya berfê gihîşt mêtro û nîvekê, li lûtkeyên çiyayên Munzur û Mercanê jî gihîşt nêzîkî 2 mêtroyan.
Li navçeyê çiya, deşt, daristan, gund û gelî bi tevahî bi berfa spî nixumîn.
Li navçeya ku xanî û wesayîtên yekqatî di binê berfê da man, welatî hêvî dikin ku ji ber berfa ku barî îsal hişkayî kêm bibe û di hilberîna çandinî û heywandariyê da bereket çêbibe.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 86emîn a Rêyan, ekîbên Şaredariyê û Rêveberiya Taybet a Bajêr jî ji bo ku rê neyên girtin xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Ji şeniyên navçeyê Kenan Tutak ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku berf ji bo Ovacixê girîng e, lewra siruştê zindî dike.
Ekîncan Boz jî got di salên dawîn da qalindahiya berfê ji 30-40 santêman derbas nedibû, lê îsal heta mêtro û nîvekê zêde bûye û wiha axivî: "Li navçeya me navendeke xweşiqitandinê heye. Salên berê heyama xweşiqitandinê 15-20 rojan dewam kir. Îsal, ez li bendê me ku heyama xweşiqitandinê qasî meh û nîvekê bidome."
Onur Kayaoglu jî anî ziman ku xêra berfê digihêje çandinî û heywandariya li navçeyê.
Halîl Îbrahîm Eroglu jî got ji ber berfê çavkaniyên ava navçeyê zêde bûn, lewra îsal di carekê da mêtro û nîvek berf barî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
